Hejmara kesên bi şewba koronavîrusa nû (Kovîd-19) ketine ji 76 hezar 700 kesî derbas bûye. Vîrus li Vuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derketibû holê.
Ji ber şewba Kovîd-19ê heta niha 2 hezar û 247 kes mirine. Li Çînê 2 hezar û 236, li Herêma Îdareya Taybet a Hong Kongê 2 kes, li Îranê 2 kes, li Japonyayê 3 kes, li Koreya Başûr kesek, li Tayvanê kesek, li Fransayê kesek û li Filipînanê jî kesek ji ber şewbê can dane.
Şewba Kovîd-19ê li Çînê bi 75 hezar û 465 kesan, li Herêma Îdareya Taybet a Hong Kongê bi 69 kesan, li Herêma Îdareya Taybet a Makauyê bi 10 kesan ra hatiye tespîtkirin û li Tayvanê jî bi 24 kesan ra şewba Kovîd-19 derketiye.
Li gor daneyên ji saziyên tenduristiyê yên welatên lê Kovîd-19 hatiye dîtin hatin berhevkirin hejmara kesên pê ketin wiha ye:
"Japonya 727, Koreya Başûr 156, Sîngapur 85, Tayland 35, Malezya 22, Awistralya 17, Vîetnam 16, Almanya 16, Amerîka 15, Fransa 12, Îngiltere 9, Mîrektiyên Yekbûy yên Ereb 9, Kanada 8, Îran 5, Îtalya 3, Hindistan 3, Filipinan 3, Rusya 2, Spanya 2, Nepal 1, Srî Lanka 1, Kamboçya 1, Belçîka 1, Swêd 1, Fînlandiya 1, Misir 1." (FD)
Çavkanî: AA