Kolana Îstîklalê. Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li seranserê cîhanê 3 milyon û 568 hezar û 148 kes bi nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê ketine. Heta niha 248 hezar û 347 kes jî mirine.
Koronavirus cara pêşiyê di 31ê Kanûna Pêşiyê ya 2019ê de li Çînê hate bihîstin paşê li hemû cîhanê belav bû.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê heta niha testa milyon û 135 hezar û 367 kesan hatiye kirin. 126 hezar û 45 kes bi vê nexweşiyê ketine. 3 hezar û 397 kes mirine.
DYA
Phil Murphy Waliyê New Jerseyê qedexeya ketin û derketina park û sahilên li eyalete rakiriye. New Jersey duyem eyalet e ku nexweşiyê bandor lê kiriye.
Li New Yorkê duh tenê 280 kes mirine. Walî Andrew Cuomoyî gotiye “em ê tedbîran sis nekin. Hîna her tişt neqediyaye. Nabe em bûdela bin.”
Donald Trump, Serokê DYAyê jî gotiye, dibe hejmara miriyan bigihêje 89 an jî 90 hezarî.
Heta niha li DYAyê milyon û 188 hezar û 421 kes bi nexweşiyê ketine. 68 hezar û 602 kes mirine.
Çîn
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Komisyona Tenduristiyê ya Netewî, li Çînê di 24 saetên dawiyê de nete 3 kes bi nexweşiyê ketine. Ew jî ji ber têkiliyên wan ên ji derveyî welêt in. Di van 24 saetan de ti kes nemiriye.
Li Çînê hejmara nexweşan gihîştiye 82 hezar û 880. Heta niha 4 hezar û 633 kes mirine. 77 hezar û 766 kes heta niha baş bûne.
Malezya
Li Kuala Lumpur, paytexta Malezyayê bergiriyên ku hatine danîn, qonax bi qonax tên rakirin. Kargeh û dezgeh hatine vekirin. Welatî çûne bazaran û pêwistiyên xwe kirî ne.
Îtalya
Îtalya li Ewropayê yekem welate ku hejmara miriyan lê zêde ye. Piştî qedexeya derketina derve ya du mehan îro ji bo hin der û deveran qedexe hatiye sistkirin.
Destûra spora ji derve, serdana xizmên li heman herêmê bi şert û ku maskeyan bidin berdevê xwe hatiye dayîn.
Park wê bên vekirin, restorant wê serwîsa paketan bikaribin bikin, merasimên binaxkirinê heta 15 kesan wê serbest bin.
Hefteya borî tenê 174 kes ji ber nexweşiyê mirine.
Heta niha 210 hezar û 717 kes nexweş ketine. 28 hezar û 884 kes jî mirine.
Macaristan
Li gundê Eloszallasê, yê 100 kîlometre li Başûrê paytext Budapeşteyê dikeve li otoparka Dêra katolîkan merasîma paqijiya ji gunehan pêk hatiye. Mikos Mihalyi, Keşeyê Dêrê merasim bi rê ve biriye.
Li gorî bergiriyên ji bo nexweşiyê hatine wergirtin, welatî ji wesayitên xwe derneketine lê doreke dûr û dirêj çêbûye.
Hindistan
Misilmanên li Hindistanê ji ber nexweşiyê, îbadeta xwe ya meha remezanê bi tena serê dikin.
Ji ber qedexeya derketina derve ya li paytext Delhiya Nû hatiye dirêjkirin, hin dikandar li gorî rêzika mesafeya civakî tevgeriyane û Quran xwendine, nimêj kirine.
Fransa amadekariyê dike ku di 11ê Gulanê de bergiriyan sist bike. Xwendekar heke dê û bavên wan bixwazin wê biçin dibistanan û hin kargeh vebin.
Li Spanyayê piştî du mehan cara pêşiyê şemî û yekşemê destûra sporkirinê ya li derve hatiye dayîn.
Li Taylandê destûra hin kargeh û parkan hatiye dayîn.
Li Îranê destûra vekirina mizgeftan li wan herêman hatiye dayîn ku nexweşî li wir kêm e. (PT/FD)