Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Konferansa Sûriyeyê ya Partiya Gel a Komarî (CHP) wê sibê (28ê Îlonê) li Stenbolê pêk were. CHPyê ji ber hilbijartina herêmî konferans bi paş de dabû. Bername wê li Hotela Grand Tarabyayê pêk were û 5 civîn wê çêbibin ku navên wan wiha ne: “Hêla Navnetewî ya Pirsgirêka Sûriyeyê”, “Pirsgirêkên Penaberên Sûriyeyî”, “Jiyana Civakî û Entegrasyon”, “Rewşa Stratejîk a Aktorên Herêmî”, “Rola Rêveberiyên Herêmî, Pirsgirêk û Pêşniyar.”
Ji qada netewî û navnetewî gelek siyasetmedar, akademisyen, nûnerên saziyên sivîl wê beşdarî konferansê bibin. Hatiye diyarkirin ku Wezareta Karûbarên Derve destûr nedaye du kes ji hikûmeta Sûriyê werin beşdarî konferansê bibin.
“Ji bo aştiya gelên Tirkiye û Sûriyeyê ye”
Roja 25ê Îlonê li avahiya Serokatiya CHPyê ya Stenbolê derbarê konferansê de civîneke çapemeniyê hatiye li dar xistin. Li vir Veli Agbaba, Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê gotiye ku ew ê konferansê bi mijara “Deriyê Li Sûriyeyê ji Bo Aştiyê Tê Vekirin” li dar bixin û ew ê hemû hêlên pirsgirêka Sûriyeyê binirxînin.
Agbabayî her weha diyar kiriye ku CHP ji roja roj de dixwaze pirsgirêka Sûriyeyê bi rêye hevbeş were çareserkirin. (RT/FD)