Fanzîna fotografîyê flashhilat hejmara 12an derxistiye. flashhilat a ku mehane derdikeve, bi
hejmara Çileyê re saleke xwe temam kiriye.
Di hejmara Çileyê de, Elif Gün bi ''Penaberî 1996'' li dû şopa çîroka fotografekî koçberiyê dikeve.
General Beytar, bi ''Dengê Pirsan Şiyar Dike'' li civata dengbêjekî li bersivan digere.
Pinar Yildiz bi şiîreke Kirmanckî û Kurmancî ya bi navê ''Çarçeweya Venge / Çarçoveya
Vala'' fotografê li ser dîwarê dilê xwe raber dike.
Adar Cayş kadrajê dibe ber zivistaneke Sîlopîyê.
Dilxwaz Aslan û Arîmed Delavî bi fotograf û şiîrekê mirinê şirove dikin.
Berken Bereh, bi fotografekî li Hewlêrê hatiye girtin, awiran dibe ser ''Awir''ekê.
Hêlîn Îlcek, di ''Nêrîna Pêşî'' de behsa detayên fotografekî ji arşîva Lütfi Seymen dike.
Wedat Ermish ji sûkekî Mêrdînê fotograf û gotina xwe dibêje.
Ferdî Okyay, bi ''Mirinek bi Tenê'' rêzikan bo fotografekî li dû hev dixe.
Murat Bayram, di perga paşî ya flashhilatê de ''Heybetpiling''ên Hewlêrê nîşan dide.
flashhilat, bi edîtorîya Omer Faruk Baran li Dîyarbekir derdikeve.
(MB)