Fotograf: Baroya Amedê
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Koma Red Fotograf, Koma Gorulmuştur û Weqfa Tahîr Elçiyî ji bo bîranîna Tahîr Elçî, Serokê Baroya Amedê pêşangeha “50 fotograf 50 girtî dengê azadiyê” vekirine.
Pêşangeha ku li Salona Konferansê ya Tahîr Elçîyî ya Baroya Amedê vebûye dê heta Sêşema 30ê Çiriya Paşiyê bidome. Di navbera saetên 10.00-16.00ê Şemiya 27ê Çiriya Paşiyê û 28ê Çiriya Paşiyê de wê ji seredanan re vekirî be.
Nahît Eren, Serokê Baroya Amedê axavtina vekirinê kiriye û gotiye, di pêşangehê de wêneyên li ser xeyalên mirovên girtî ku ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin li girtîgehan hatine kişandin, pirtûkê hatine nivîsandin û nameyên ku hatine şandin hene.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Eren bi lêv kiriye ku bi pêşangehê careke din hîn bûye ku azadî çiqas bi nirx e û hemû girtiyên ku xwedî berhem in pîroz kiriye.
Ji Koma Gorulmuştur Adil Oktayî jî weha gotiye: "Elçî li pey xwe şopeke dûr û dirêj hiştiye û em jî bi şopandina vê şopê kêfxweş in. Em careke din wî bi rêzdarî û bêrîkirinê bi bîr tînin."
Pirtûka bi navê Dengê Azadiyê: 50 Girtî-50 Fotograf sala di Weşanxaneya Utapyayê de çap bûbû.
Çi bûbû?
28ê Çiriya Paşiyê ya 2015ê de serokê Baroya Amedê, Tahîr Elçî hat kuştin. Lêpirsîna ji bo bûyerê nehatiye encamdan û bûyer hê jî nehatiye zelalkirin
Pêvajoya Darazê
Serdozgeriya Amedê, îddîanameya kuştina Tahîr Elçiyî ya 28ê Mijdara 2015an, di 26a Adara 2020an de amade kiriye. 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di 3ê Nîsana 2020an de ev îdianame qebûl kiriye.
Di îddîanameyê de sê jê polîs çar bersûc wek gumanbar hatine nîşandan.
Ji bo polîsên bersûc M. S., F. T. û S. T.yî bi hinceta "bi îhmalkariya bi zanebûn bûye sedema mirinê" ji 2 heya 6 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.
Ji bo gumanbarê din, Ugur Yakişir jî bi "kuştina bi zanebûn, kuştina bi mebestên gengaz, dijberiya li dijî qanûna jimare 6136, binpêkirina yekîtiya dewlet û welatî, zerardana malî" tê tawanbar kirin û ji wî re cezayê hepsê yê heta hetayê tê xwestin.
Yakişirî, ji xêncî kuştina Elçiyî, bi kujeriya polîsên eynê rojê hatine kuştin ên bi nave Cengîz Erdur û Ahmet Çîftaslan jî tê tewanbarkirin. . (AS / AY)