Însiyatîfa LGBTİ+ ya Mûglayê ava bûye
Însiyatîfa LGBTİ+ ya Mûglayê ava bûye û hûn dikarin Însiyatîfê li ser Înstagram, Twîtter û Facebookê bi şiponin.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li bajarê Mûglayê Însiyatîfa LGBTİ+ ya Mûglayê ava bûye û wê derbarê mafên LGBTİ+yan de kar bikin.
"Êdî Mûgla rengîntire"
Damla ji însiyatîfê bi KaosGL.orgê re weha axiviye:
"Em weke Însiyatîfa LGBTİ+ya Mûglayê li ser wekheviya kesên LGBTİ+yî û mafên mirovan dixebitin. Em ji bo bi hêz kirina têkoşînê û mezin kirina piştgiriyê bi atolye, panel û hevpeyvînan kom dibin. Êdî Mûgla rengîntire."
Yekem peyama Însiyatîfê weha ye: "Li Mûglayê agahiyên me yên xweşik hene. Însiyatîfa LGBTİ+ya Mûglayê ava bûye, êdî Mûgla rengîntire."
Hûn dikarin Însiyatîfa LGBTİ+ya Mûglayê li ser Înstagram, Twîtter û Facebookê bi şiponin.(EMK/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.