Fotograf: Youtube
Hozan Canê piştî 2 salan ji girtîgehê derketiye. Canê bi tohmeta ku “endama rêxistinê” ye hatibû dadgehkirin û 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li wê hatibû birîn.
Newroz Akalan, parêzera Canê ji dpa, ajansa nûçeyan a almanî re gotiye ku miwekila wê roja çarşemê ji Girtîgeha Bakirkoyê derketiye. Lê ji ber ku biryara qedexeya derketina ji derveyî Tirkiyeyê heye wê nikaribe ji Tirkiyeyê biçe.
Akalanê diyar kiriye ku dadgehê daxwaza tehliyeya Canê qebûl kiriye. Akalanê di itiraza xwe de gotiye ku Canê demeke dirêj e girtî ye ev bêpîvan e.
Dadgehkirina Canê wê di 20ê Çiriya Pêşiyê de li Edirneyê dewam bike.
6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn
Hozan Canê ku welatiya Almanyayê ye di sala 2018an de piştî hilbijartina serokomariyê bi demeke kurt, li Edirneyê hatibû desteserkirin. Di Çiriya Paşiyê ya heman salê de bi tohmeta ku “endama rêxistinê” ye 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê birî bûn.
Parêzera Hozan Canê serî li Dadgeha Bilind dabû û dadgehê di meha Tebaxê de gotibû ku delîlên zelal û aşkere yên tohmetkirina Canê bi “endamtiya rêxistinê” nînin. Dozgerî îdiayên xwe spartibû parvekirinên li ser medyaya civakî.
Hikûmeta alman ji bo çareseriyekê ji rewşa Hozan Canê re bibine ketibû nava hewldanan. Gonul Ors, keça Hozan Canê ku ji bo dêya xwe bibine hatibû Tirkiyeyê bi tohmeta “teröre” hatibû desteserkirin û bi şertê ku dernekeve derveyî Tirkiyeyê serbest bûbû. Ors wê îro were dadgehkirin. (FD)
*Çavkanî: DW