Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyûrtê hatin desteserkirin
Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyûrtê Rojda Yilmaz û Abdullah Arina di nav de gelek kes ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.

Hevserokên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan(DEM Partî) yên Esenyûrtê Rojda Yilmaz û Abdullah Arina di nav de gelek kes ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.
Li gorî nûçeya Evrenselê polîsan di serdegirtinên malan de desteserkirin pêkanîne. Sedema desteserkirinan heta niha nayê zanîn.
Beriya hilbijartina 31ê Adarê, di 20ê Sibatê de li dijî Rêxistina Navçeya Esenyurtê ya DEM Partiyê dîsa operasyonek pêk hatibû û di encamê de hevserokên navçeyê yên wê demê Bahar Karataş û Fatîh Ergûn hatibûn desteserkirin û piştre hatibûn girtin.

Hevserokên Dem Partiyê yên Esenyurtê hatin desteserkirin
20 Sibat 2024
(HA/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.