Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Herêma Kurdistanê, rojnamegera holandî Frederike Geerdink dersînor kiriye.
Geerdinkê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyam weşandiye û gotiye ku dema wê xwestiye biçe Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, polîsan ew sekinandiye û xistine nava wesayitekê.
Geerdinkê di dewama axavtina xwe de destnîşan kiriye ku “ew weke kesa nayê xwestin” hatiye diyarkirin û ew birine Balafirxaneya Hewlêrê.
Rojnameger Geerdinkê Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) weke berpirsiyarê vê rewşê nîşan daye û gotiye “Destê Erdoganî dirêj e.”
Her weha gotiye, “Beriya her tiştî cihê xwemgîniyê ye ku rayedarên Herêma Kurdistanê ya Iraqê ji jineke di destê wê de pênûsa wê heye bitirsin. Ez serbilind im ku pênûsa min ji bo desthilatê hîn tûjtir be.”
Derbarê Frederike Geerdinkê de
Derbarê pirsgirêka kurdan de lêkolînan dike. Ji 2006ê heta 2012yê li Stenbolê, ji 2012ê heta roja hate dersînorkirin jî li Amedê maye. Yek ji nivîskarên malpera nûçeyan a bi navê Dikenê bû.
Di Kanûna Paşiyê ya 2015ê de bi îdiaya ku “propagandaya PKKyê” kiriye li Tirkiye hatiye desteserkirin. Ji ber sê gotar û parvekirinên wê yên medyaya civakî bi tohmeta ku “prapgandaya rêxistinê kiriye” hatiye dadgehkirin. Di Nîsana 2015ê de Dadgeha 6ê ya Cezayê Giran a Amedê biryara beraetê ji bo wê daye.
Di Îlona 2015ê de dema li Geverê çalakiyên mertalên zindî dişopand, hatiye desteserkirin û dersînorkirin. (HA/FD)