Şêwirmendê Çapemenî û Têkiliyên Gel ê Wezareta Parastina Neteweyî (MSB) Amîral Zekî Akturk îro li wezaretê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Akturk di civînê de behsa operasyonên Tirkiyeyê yên li bakurê Sûriyeyê, êrişên Îsraîlê yên li ser Filistînê û salvegera Hewldana Derbeya 15ê Tîrmehê kir.
Her weha Akturk di civînê de bihayê leşkeriya biberdêl yê nû jî aşkere kir.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, Akturk ji bo 6 mehên duyemîn ên sala 2024an bihayê leşkeriya biberdêl weke 217 hezar û 871 lîre û 4 quruş diyar kir.
(TY/AY)