Hejmara 15an a kovara "Psychology Kurdî" derketiye. Di vê kovara çar mehî de, vê carê dosyeyek li ser "Teoriyên Derûnnasiyê" hatiye amadekirin.
Beşek ji nivîsên ku edîtoriya kovarê di vê hejmarê de cih daye wan, ev in:
Jan Ilhan Kizilhanî bi sernavê "Tenduristiya zihnî di herêmên şer û qeynarê de", Margaret Mahlerê bi sernavê "Teoriya Cihêbûn û Takekesîbûnê", Azad Dildarî bi sernavê "Mirêka Lacan di Psîkanalîzê de", Gulperî Gunduzê bi sernavê "Stîgmaya li ser nexweşiyên derûnî û peywanda xizmeta civakî" û Siyabend Aslanî jî bi sernavê "Jean Piaget û teoriay geşedana venasînî" nivîs nivîsîye.
Derbarê derûnnasiyê de her weha hevpeyvînek bi Prof. Dr. Bûrhanettîn Kayayî re hatiye kirin. (FD)