Gumanbarekî êrîşa AKP û Emniyetê hat kuştin, gumanbarek jî birîndar bû
Di 20ê Kanûna Pêşiyê de hin êrîşakaran bi bombeyên êtûnî êrîşî Emniyeta Stenbolê û navenda AKPyê kir. Yek ji gumanbaran ê bi navê Ş.T. li Tekîrdagê hat girtin. Bilgehan Karpatê ku rayedaran eşkere kir wî êrîşî navenda AKPyê kiriye hat kuştin.

Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Di 20ê Kanûna Pêşiyê de hin êrîşakaran bi bombeyên êtûnî êrîşî Emniyeta Stenbolê û navenda Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) kir.
Yek ji gumanbaran ê bi navê Ş.T. li Tekîrdagê hat girtin.
Bilgehan Karpatê rayedaran eşkere kir ku wî êrîşî navenda AKPyê kiriye hat kuştin.
Li gor agahiyan, Navenda Îstixbaratê ya Stenbolê eşkere kiriye ku Ş.T.yê ji DHKP/Cyê hatiye girtin.
Navekî nû hat eşkerekirin
Di derengê şevê de hat eşkerekirin ku Bîlgehan Karpat jî hatiye kuştin. Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê ew jî endamê DHKP/Cyê bûye.
Çi bûbû?
Di 20ê Kanûna Pêşiyê de, siet 20.00 êrîş li Emniyeta Stenbolê ya li ser caddeya Vatanê hat kirin. Di siet 22.30ê êrîşek li navenda AKPyê ya li Sûtlûceyê hat kirin. Di herdu êrîşan de jî êrîşkar reviyabûn.(HK/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.