Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê diyar kiriye ku ew ê Charles De Gaulleya keştiya teyareyan bişînin Rojhilata Navîn.
Macron di civîna li ser eskeran a li Orleansê ji bo sala teze hat lidarxistin da diyar kir ku seba piştgiriyê bidin Operasyona Chammalê ew ê hetanî meha nîsanê Charles De Gaulleya keştiya teyareyan bişînin Rojhilata Navîn.
Macronî got ku keştiyê di heman demê da di opersyonên bi welatên Ewropayî ra werin kirin da jî were bikaranîn û parast ku tehdîda DEAŞa rêxistina terorê zêde bûye.
Di 17ê mijdara 2015an da li Parîsa paytextê Fransayê DEAŞê êrîş kiribû di êrîşê da 130 kes hatibûn kuştin, piştî vê êrîşê Fransayê Charles De Gaulleya keştiya teyareyan ya 24 teyareyên şer ên Rafaleyê li siyar dikin şandibû Roijilatê Behra Sipî. Fransayê par jî keştî şandibû başûrê Behra Çînê.
Fransayê di 19ê îlona 2014an da li Iraqê Operasyona Chammalê li dijî DEAŞê dabû destpêkirin paşê operasyon berfireh kiribû û tehdîda DEAŞê ya li Sûriyeyê jî tevlî operasyonê kiribû.
(MB)
*Çavkanî: Haydar Şahin/AA