Erdogan û Barzanî li Dubaiyê civiyan
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî li Dubaiyê di Lûtkeya Hikûmetan a Cîhanê de civiyan.

Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî li Dubaiyê civiyan.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li bajarê Dubaîyê yê Mîrnişînên Ereban ên Yekbûyî bi sernavê “Teşedayîna Hikûmetên Pêşerojê” Lûtkeya Hikûmetan a Cîhanê hat lidarxistin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Iraqê Mesrûr Barzanî di lûtkeyê de civiyan.
Her weha Berpirsyarê Ofîsa Têkiliyên Karên Derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizayî jî di hevdîtinê de amade bû.
(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.