Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevbendiya Azad a Ewropayê derbarê Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û grevên birçîbûnê yên girtiyan “ji bo tecrîd û zext bidawî bibin dane destpêkirin” de daxuyaniyeke nivîskî weşandiye.
47 partiyê heremparêz û otonomîparêz yên li Yekîtiya Ewropayê di nava vê Hevbendiyê de cih digirin her weha nûnertiya kêmarên li Ewropayê dike.
“Nîşana zextên li ser kurdan e”
Li gorî nûçeya Gazete Karincayê, rêxistinê di daxuyaniya we gotiye, di ser daxuyaniya ew wan re du sal boriye ku xwestibûn tecrîda li ser Abdullah Ocalan, Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bidawî bibe û girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê werin azadkirin.
Rêxistinê weha gotiye:
“Di Kanûna Paşiyê ya 2019an de Leyla Guven, parlamentera Kurd di 80em roja xwe ya greva birçîbûnê de ji girtîgehê azad bubû. Lê di Kanûna Paşiyê ya 2020an de ji ber tohmeta têkildarî terorê 22 sal cezayê girtîgehê dane Guvenê. Guven hevreseroka giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk bû ku nûnerên rêxistinên civaka medenî, partiyên siyasî û mafparêzan ava kiriye. Girtin û cezakirina Guvenê nîşanek dîroka fişarê ya li Tirkiyeyê li ser kurdan e. “
“Bila tecrîd bidawî bibe”
EFAyê di daxuyaniya xwe de bal kişandiye ser çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî “ji bo tecrîta daimî ya li ser Ocalan, rêberê PKKyê rabe, dest pê kirine. Greva girtiyan bêdem-dorveger e.
EFAyê gotiye ku çalakî di 60em roja xwe de ye û wiha dewam kiriye:
“Ocalan niha bêyî ku were berdan bi cezayê girtîgehê yê heta hetaye hatiye cezakirin û li girtîgeheke gravekê di nava tecrîdeke giran de tê girtin. Parêzerên Ocalanî israr dikin ku di girtîtiya wî de ne hiqûqa tirkan ne jî rêzikên navnetewî nayên pêk anîn û di vê te israr tê kirin.”
EFAyê dawxaz ti hikûmeta tirkan kiriye ku vê tecrîda girankirî û cezayên girtîgehê were rakirin. (SO/FD)