Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li ser fermana Donald Trump Serokê DYAyê, 2 hezar û 891 dokumanên derbarê suîqesta John F. Kennedy Serokê berê yê DYAyê de li ser înternetê hatin belavkirin ku heta niha nepenî bûn.
Hat diyarkirin ku nêzîkî 300 dokuman ji ber ku dibe ji bo ewlekariya neteweyî xetereyê derxin holê divê ji nû ve werin xwendin û sererastkirin. Trumpî duh zanyariyek weşand û xwest ku ajansên dewletê di nava 180 rojî de dokumanan vekolînin.
Li DYAyê di sala 1992yê de Yasaya Tomarkirinên Suîqesta Kennedy hatibû derxistin. Li gorî vê yaseyê divê bi milyonan dokuman di nava 25 salan de bi civakê re werin parvekirin ku gelekên wan ên FBI û CIAyê ne. Arşîva Neteweyî ya DYAyê heta îro gelek belgeyên derbarê dosyaya Kennedy parvekiribûn lê hatibû diyarkirin ku hin agahiyên di dosyayê de dikarin tenê bi destûra Serok ve werin aşkerikirin.
Di 24ê Tîrmeha 2017yê de 17 jê tomarên deng bi giştî 3 hezar û 210 dokuman hatibûn weşandin.
Tê texmînkirin ku beşek ji dokumanan hatibin tunekirin
Gerald Posnet, dîroknas û nivîskarê pirtûka “Doz Hat Girtin: Lee Harvey Oswald û Kuştina JFK” got ku dokumanên nû hatine aşkerekirin derbarê kuştinê de razeke nû dernaxe holê.
Tê texmînkirin ku beşek ji dokumanan hatibin tunekirin.
Çi bûbû?
35emîn Serokê DYAyê John F. Kennedy 22yê Çiriya Paşiyê ya 1963yê di encama suîqesta li Dallasê hatibû kuştin.
Di heman saetê de li Dallasê polîsê bi navê JD Tippit jî hat kuştin. Di nava 12 saetan de Lee Harvey Oswald ê ku dihat texmînkirin Kennedy û Tippit kuştine hat girtin. 24ê Çiriya Paşiyê Oswald ji hêla Jack Rubyî ve li ber kamerayên di dema weşana zindî de bûn kuşt ku Oswald ji Qereqola Dallasê dihat derxistin. (ÇT/FD)