Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 310 hezar û 546 kesan hatine kirin û di encamê de testa 21 hezar û 352 kesan pozîtîf derketiye, 243 kes pê mirine û 25 hezar û 616 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 780 hezar û 742 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê heta niha 51 milyon û 536 hezar û 13 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 40 milyon û 305 hezar û 712 kesan doza 2yem, 9 milyon û 413 hezar û 573 kesan doza sêyem, li ser hev 101 milyon û 748 hezar û 658 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
(RT/AY)