Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsan Melîke Cehana ku berê li Ajansa Mezopotamyayê nûçegihan bû, duhî li maleka li Sancaktepeyê desteser kiribû, dozgeriya Stenbolê îro ew serbest berdaye.
Vê sibeyê Ceyhanê li Dozgeriya Stenbolê îfade daye. Piştî îfadeyê dozgeran biryara serbestberdana wê daye.
Bixwîne - Polîsan Melîke Ceyhana rojnameger desteser kiriye
123 rojnameger girtî ne
Li gor jimarên 1ê meha yekem a 2019ê yên Rapora Çavdêriya Li Medyayê ya BIAyê, li Tirkiyeyê 123 rojnameger ji ber karên rojnamegeriyê bi dozên siyasî hatine girtin û di girtîgehan de ne. Ji wan 123 rojnamegeran, dadgehan ji bo 47 kesan biryar daye, 34 rojnameger hêj dihatin dadkirin. Lêpirsîn li ser 30 rojnamegeran hatibû vekirin. Parêzerên 12 rojnamegeran ji bo dozê daxwaz ji dadgeheka bilind kiriye û li benda bersivê ye.
Raporên Çavdêriya li medyayê
Rapora Çavdêriya Li Medyayê Çiriya Pêşiyê-Çiriya Paşiyê-Kanûna Pêşiyê
Rapora Çavdêriya Li Medyayê / Tîrmeh - Tebax - Îlon
Rapora Çavdêriya Li Medyayê/ 2018 Nîsan-Gulan Hezîran
Rapora Çavdêriya Li Medyayê - Kanûna Paşiyê-Sibat-Adar
(EMK/MB)