Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Du kesên bi navê Hasan Sel û Huseyin Sel 6ê Tîrmehê pêşiya tirimbêlekê girtibû û êrîşî wan kiribû. Êrîşkaran diyar kiribû ku ji ber tirimbêlê rê nedaye wan ew aciz bûne.
Di tirimbêlê de jineka ducanî ya bi navê Ayfer Bahçivan û mêrê wê Yunus Emre Bahçivan hebûne.
Serdozgerîya Stenbolê lêkolîna li ser du êrîkarên li Pendîkê êrîşî tirimbêla jineka ducanî kirîn temam kiriye. Dozgerî xwestiye herdu êrîşkar 20 sal cezayê girtinê bistîne.
Li gor lêkolînnameya serdozgerîyê êrîşkaran bi zor û cebrê tirimbêla malbata Bahçivanan sekinandiye. Zerer daye pêşiya tirimbêlê û neynika wê şikandiye.
Dozgerî xwestiye êrîşkar 20 sal cezayê girtinê bistîne û dozgerî diyar kiriye divê ceza ne ji 5 sal û çar mehan kêmtir be.
(HA/MB)
Çavkanî: AA