Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Ji Dogan Ergun, Derhênerê Weşana Giştî yê berê yê Îlerê Haberê û Îzel Sezer, Derhênera Weşana Giştî ya niha re bi daxwaza heta 11 sal û 4 mehan cezayê girtîgehê doz hatiye vekirin.
Doz bi sedema rojnamegeran twîtên ku îddiayên Mûstafa Dogan Înal, parêzerê berê yê Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê kare ruşwetê kiriye tê de ye kiriye nûçe, hatiye vekirin.
Her du navan di lêpirsîna ku Buroya Sûcên Çapemeniyê ya Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê ve kiriye de îfade dane. Di encama lêpirsînê de li her du rojnamegeran doz hatiye vekirin.
Ji bo rojnamegeran ji 3 sal û mehan heta 11 sal û 4 mehan cezayê girtigehê tê xwestin. 1emîn danişîna dozê di saet 09.30ê roja Pêncşema 23ê Kanûna Pêşiyê li 33em Dadgeha Cezayê Esliyê ya Stenbolê wê pêk were.(HA/AY)