Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 183 kesên din peyda bûye. 15 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 5 hezar û 873an. Her weha hezar û 185 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 61 hezar û 716 kesan hatiye kirin.
Heta niha 5 mîlyon û 387 hezar û 751 test hatiye çêkirin. 243 hezar û 180 kes bi nexweşiyê ketine û 5 hezar û 873 kes jî pê mirine.
Heta niha 226 hezar û 155 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ye ji sedî 8,2e û hejmara nexweşên giran jî 617 e. (EKN/AY/FD)