Fotograf: AA
Komîsyona Tenduristiyê ya Neteweyî ya Çînê îro ragihandiye ku hejmara kesên ji ber vîrusa koronaya nû mirine gihîştiye 1016an.
Karbidestên komîsyonê dîyar kirine ku duh (10ê Sibatê) li eyaleta Hubei 108 kes mirine.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Komîsyona Tenduristiya Neteweyî (NHC), gumanbarên tê payîn nexweşî bi wan geriyaye 21 hezar û 675 kes in û 187 hezar û 728 kes jî di bin kontrolê da ne.
42 hezar kes bi vê nexweşiyê ketine
Li gor tespîtên NHCyê 7 hezar û 333 kes jê giran hejmara kesên nexweşî bi wan ra heye gihîşt 42 hezar û 638an û yek jê li Hong Kongê heta niha 1017 kes ji ber şewbê mirine.
Ew vîrusa li Wuhan ya Hubei derketiye heta niha derbasî 24 welatên din bûye. Li tevahiya cîhanê jî heta niha bi 43 hezar û 97 kesî geriyaye.
Li Çînê 1018 kes mirine
Girava Tayvanê ya bi gelemşe jî ji wan welatên ku ev nexweşî hat dîtin yek e.
Ji ber şewbê heta niha 1018 kesan can da ji wan 1016 kes li Çînê can dan, yek li Hong Kongê û yekî jî li Filipînan can dan.
Li ser erdnigariya Çînê hat tespîtkirin ku ev nexweşî bi 42 hezar û 638 kesan geriyaye, li Hong Kongê bi 42 kesan, li Herêma Îdareya Taybet a Makaoyê bi 10 kesî û li Tayvanê jî bi 16 kesan ra heman nexweşî hat dîtin.
Ji bilî Çînê welatên lê nexweşiya vîrusa koronayê ya nû hat dîtin û hejmara nexweşan wiha ne:
Japonya: 161
Sîngapûr: 45
Tayland: 32
Koreya Başûr: 27
Malezya: 18
Awistralya: 14
Vîetnam: 14
Almanya: 14
Amerîka: 13
Fransa: 11
Îngiltere: 8
Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb: 8
Kanada: 7
Îtalya: 3
Hindistan: 3
Filipînan: 3
Rusya: 2
Spanya: 2
Nepal: 1
Srî Lanka: 1
Kamboçya: 1
Belçîka: 1
Swêd: 1
Fînlandiya: 1
(FD)
*Çavkanî: Dengê Amerîka, AA