Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Selahattîn Demîrtaş Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê ku girtî tê dadgehkirin, îro ji bo rojnameya Cûmhûriyetê nivîsek nivîsandiye. Demîrtaş balê dikişîne ser girîngiya hilbijartinên 24ê Hezîranê û dibêje ku “Ev hilbiajrtin wê di siyaseta Tirkiyeye de bandoreke gelekî mezin li ser deh salên pêşiyê bike”.
Demîrtaşî di nameya xwe de diyar kiriye ku “Em bi helwesteke demokratîk a radîkal re, tevî gel kêlî kêlî ked, dad, aştî, laîsîzm, azadî û wekheviyê bi hûnin û ber bi hilbijartinê ve biçin” û wiha berdewam kiriye:
“Blokên destdihatdarî û muxalefetê yên ku di çarçoveya vê lêgerînê de şêwe digirin, derdikevin pêşberî dengdêran û wê li gorî vê rastiyê tevbigerin ku ya wê demokrasî bi ser keve, yan jî dîktatorî”.
Beşek ji nameya Demîrtaşî wiha ye:
“Ne diyar ku muxalefeta mezin, namzetên xwe li gorî çi diyar dike?”
“HDPyê ew rêbaz hilbijart ku namzetê xwe yê serokomariyê û namzetên parlamenteriyê bi civînên herî berfireh û rasterast bi gel re diyar bike. Ji ber ku dem kêm maye kêmasiyên wê hene, lê ev gelekî girîng e û watedar e. Lê qet nayê zanîn ku muxalefeta mezin, nemzetên xwe li gorî çi, çawa û li ku derî diyar dike. Ne diyar ke ku navên muxalefet li ser wan nîqaş dikin bi çi prensîban û bi çi armancê hatine nîqaşkirin. Ne diyar e bê li kengî, li ku û bi kê re nîqaş dike.
Ev hevdîtinên ku bi armanca rê li ber destwerdana manîpulatîf a bloka AKPyê bigire, gelekî nepenî tên meşandin, bi vî awayî rê li ber beşdariya gel jî digirin. Ew kesên ku bi slogana demokrasiya tam derketine rê, heke hîna di qonaxa diyarkirina namzetan de rê li ber beşdariya gel venekin, wê bi pirsgirêka baweriyê re rû bi rû bimînin.
Ez nizanim di mijara namzetiyê de kî û çend caran bi Abdullah Gul re rû bi rû rûniştine. An jî nayê zanîn bi Meral Akşener û namzetên din ên ku navên wan derbas dibin re çend caran axivîne, çi axivîne. Lê ew kesên ku şev û roj bi van navan re diaxivin, nafikirin ku carekê jî di mijara namzetiyê de bi hêzên ku têkoşîna demokrasiyê didin re rûnên. Çima nêrîn û pêşniyarên Tevgera Hezîranê û rêxistinên di bin banê wê de nayê standin ku êdî bûye hêzeke gelekî mezin a têkoşînê? Gelo qiymeta pêşniyarên derbarê hilbijartin û namzetan de yên ODP, EMEP, TKP jî di nav de hêzen çep û sosyalîst, rêxistinên kedê, odeyên pîşeyî, sendîka û rêxistinên sivîl, platform û meclîsan hîç nîne? Her weha divê pêşiya beşdariyê ya partî û tevgerên Kurdan, hemû rêxistinên baweriyan a vê pêvajoya nîqaşê bê vekirin”. (ŞA/FD)