Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianet bangî we dike: Beşdarîya Kargehên Rojnamegerîya Bingehîn ya Atolye BIAyê bikin.
- 22 – 29ê Tîrmeha 2019ê Kargeha Bingehên Rojnamegerîyê / Roja dawîyê ya serîlêdanê: 9ê Tîrmehê roja Sêşemê.
- 2 – 9ê Îlona Kargeha Bingehên Rojnamegerîyê / Roja dawîyê ya serîlêdanê: 16 Tebaxê, Roja Înê
Bi tenê 15 kes dikarin beşdarî kargehekê bibin.
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianet ji sala 2002yê û vir ve semîner û atolyeyan li ser nûçegihaniyê çêdike. Demek e ku ev bername di bin navê AtolyeBİAyê bi rê ve diçin.
Bernameyên AtolyeBİAyê, li wê avahiyê çêdibe ku navenda nûçeyan a bianetê jî tê de ye. Ev bername bi piştevaniya Ajansa Geşepêdanê ya Navnetewî ya Swêdê (SIDA) ve bi rê ve diçe.
Atolye BIAyê di meha Sibatê de (11-18ê Sibatê, 20-27ê Sibatê) du kargehên bingehên rojnamegerîyê pêk anîye. Wê 27-28ê Nîsanê Kargeha Medyaya Kurdî û Wergerê pêk anîye. Di meha Gulanê de karhgehên Ewlehîya Dîjîtal û Wênegirîya Wêneyên Ji Bo Nûçeyan hatine pêkanîn. Di 14-21ê Hezîranê de Atolye BIAyê Kargeha Ji Bo Rojnamegeran Medyaya Nû pêk anîye.
Ji bo pirsan hûn dikarin ji bo vê e-posteyê binivîsin: [email protected]
Ji bo beşdaran lîsteya nivîsên xwendinê dê bê şandin. Herweha hûn dikarin pirtûkxaneya biayê jî bi vê dûvelankê bibînin.
*** Di dawiya kargehê de ji bo beşdaran sertîfîka dê bêne dayin.
**** Ji bo jimareka dîyarkirî ya beşdaran bursa ji bo rê û manê dê bê dayin.
***** Ji bo dagirtina formê vê dûvelankê bitikîne.
(SO/MB)