Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li navçeya Bûca ya Îzmîrê, dema otobusa serwîsê ya girtîgehê derbas dibû, di konteynira çopê de teqîn pêk hat ku xebatkarên girtîgehê bar dikir. Di encamê de yek jê giran heft kes birîndar bûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê (AA), li taxa Kopê li ser Kolana Ahmet Pirîştînayê di dema ku otobûsa serwîsê ya girtîgehê derbas dibe, di konteynira çopê de teqîn pêk hat.
Li gorî zanyariyên pêşiyê heşt kes birîndar bûn. Heft ji wan ji ber ku birînên wan sivik bû, li cihê bûyerê hatin dermankirin, kesek jî li nexweşxaneyê tê dermankirin.
Di dema teqînê de di otobusa girtîgehê, hin wesayitên li derdorê û avahiyekê de ziyan çêbûye. Li herêmê tedbîrên ewlekariyê hatin standin û herêm ji çûnûhatinê re hat girtin. (NV/FD)
Fotograf: Candogan Parlatan/AA