Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê û Komeleya Mafên Mirovan di çarçoveya 17-31ê Gulanê Hefteya Têkoşîna Li Dijî Windakirinên Desteserkirî ya Navneteweyî de li ber Edliyeya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistine. Di dema civîna çapemeniyê de Dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz hatiye desteserkirin.
Yildizê birine Qereqola Çaglayanê û sedema desteserkirina wê jî axavtina wê ya di dema daxuyaniyê de nîşandane.
Yildizê di dema axavtina xwe de ji bo Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî gotiye “Suslu Sulo”
Yildizê di axavtina xwe de ev tişt gotiye:
"Bifikirin ku em di sala 27em a windahiyan de ne, cihê me yê li ber Lîseya Galatasarayê li me hatiye qedexekirin. Ji ber ku edalet heye em jî derketine pêşberî edaletê. Edalet heye, lê edalet di destê bêedaletan de ye. Wê çawa hebe? Edalet tenê heke di destê heqiyê de be dikare pêk were. Pirsgirêka me ya windahiyan jî çareser dibe û rewşa wan aşkere dibe. Gelo ez ji vir bang li walî bikim, gelo ez bang li vî Suslu Suloyî bikim? Suslu Sulo, bi van qedexeyên ku te anîne wê rojekê tu yê jî bi wan qedexeyan re rûbirû bimîne.”
Piştî îfadeya li emnîyetê Hanîfe Yildiz serbest bûye. Lêbelê derbarê Yildizê de bi tohmeta ku “heqaret li wezîfedarê dewletê kiriye” lêpirsîn hatiye destpêkirin.
(HA/AY)