Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku Dadgeha Destûrî biryar dabû û gotibû, mafên dersdar Ayşe Çelîkê hatine binpêkirin û dadgeha herêmî biryara tehliyekirina wê da bû, Ayşe Çelîkê îro bearet kiriye.
Ayşe Çelîk dersdar, 8ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê di dema ku li Sûr, Cizîr, Farqîn, Nisêbîn û Geverê pevçûn çêdibûn, bi rêya telefonê beşdarî bernameya bi navê Beyaz Showê bibû. Bername di televizyona Kanal Dyê de dihat weşandin. Çelîkê gotibû, “Li vir zarokên ku hîna jidayik nebûne û dayik dimirin, bêdeng nemînin” û bi tohmeta “propagandaya rêxistinê” kiriye 15 meh cezayê girtinê dabûne wê.
Parêzerên wê serî li Dadgeha Destûrî dabûn û daxwaza beraeta wê kiribûn. Dadgeha Destûrî biryar girtibû ku mafên dersdar Ayşe Çelîkê hatine binpêkirin û dadgeha herêmî biryara tehliyekirina wê da bû.
Li 2yem Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoya Stenbolê îro dadkirina Çelîkê berdewam kiriye. Çelîkê di dema dadkirinê de xwe bi van gotinan parastiye: “Ne bi armanca ku sûcekî bikim ez tevgeriyam. Li gorî nêrîna min çalakî ne sûc in. Ez dixwazim li gorî biryara Dadgeha Destûrî ya ku gotiye maf hatine binpêkirin biryara beraeta min bê dayîn”.
Dozgerî jî daxwaza beraetê kiriye
Dozgerî jî di nêrina xwe ya dawiyê de bal kişandiye ser biryara Dadgeha Destûrî û daxwaz kiriye ku Ayşe Çelîk beraet bike.
Heyeta Dadgehê di dawiya danişînê de biryar da ku Ayşe Çelîk beraet bike.
Çi bûbû?
Di 8ê Kanûna Paşiyê ya 2016yê de dersdar Ayşe Çelîk ji Amedê beşdarî programa Beyaz Şovê bibû ku di Kanal Dyê de tê weşandin. Çelîk ji bo ku balê bikişîne ser bûyerên li bajarên Kurdan diqewimin û wê gotibû ''bila zarok nemirin, bêdeng nebin.''
Piştî bûyerê Serdozgeriya Amedê bi tometa propagandaya terorê doz li Ayşe Çelîkê vekiribû, di heman demê de Serdozgeriya Stenbolê jî doz li Kanal Dyê vekiribû.
Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan jî 900 lîre ceza dabû qenalê.
Komeke nivîskar, hunermend û akademisyenên ku digotin daxwaza aştiyê ne sûc e piştgiriya Ayşe Çelîkê kirin û bi gotina “Heke gotinên dersdar Ayşeyê sûc bin em jî şirîkê vî sûcî ne” giliyê xwe kiribûn.
Kesên ku giliyê xwe kiribûn ev bûn:
Ahmet Dindar, Ayşe Erzan Silier, Ayşegül Akış Devecioğlu, Ayşegül İyidoğan, Bayram Bahri Belen, Dilek Gökçin, Ercan İpekçi, Ergin Cinmen, Ferhat Tunç, Gençay Gürsoy, Gülseren Onanç, Gülşen Denizhan, Gürhan Ertür, Gürkan Develi, Halim Bulutoğlu, İbrahim Akın, İbrahim Sinemillioğlu, Kemal Özgül, Mahmut Konuk, Mehmet Tursun, Mevlüt Ülgen, Murat Çelikkan, Nazmiye Özen, Nergiz Ovacık, Neşe Yaşın, Nil Özsoy Dindar, Orhan Alkaya, Orhan Silier, Oya Baydar, Perihan Pulat, Pınar Önen, Şanar Yurdatapan, Sibel Özbudun Demirer, Süleyman Eryılmaz, Temel Demirer, Türkcan Baykal, Üner Eyüboğlu û Vecdi Sayar.
Derbarê 38 kesan de di 27ê Nîsana 2016yê de doz hatibû vekirin.
Dozê di 23yê İlonê de dest pê kiribû û Çelîkê diyar kiribû ku ew li pey gotinên xwe ye û daxwaza aştiyê ne sûc e.
2yemîn Cezayê Giran a Bakirkoyê di 26ê Nîsana 2017yê de bi îdiaya ku “propagandeya rêxistina terorê” kiriye salek û 3 meh cezayê girtîgehê da Çelîkê.
Çêkerê bernameyê û 38 kesên din di dadgehê de gotin ku ew weke Çelîkê difikirin. Dadgehê biryara beraata wan da. (AO/FD)