Gotûbêja Dûrikên Mêrdînê ya M. Çiya Maziyî wê li Stenbolê bi rê ve biçe. Gotûbêj 27ê Gulanê ya 2018ê roja yekşemê li Komeleya Lêkolînên Kurdî wê saet 15.00ê dest pê bike.
M.Çiya Mazî wê di gotûbêjê de behsa dûrikên Mêrdînê bike ku ev dûrikên wê behsa wan bike di pirtûka xwe ya bi navê "Baxek ji Folklora kurdî- Ji Derdora Mêrdînê” de nivîsandiye.
Di vê pirtûkê de ji bilî biwêj, efsane û ferhengokên pîşekariyê, dûrikên kurdî ên bûkan û govendan ciyekî taybet digirin.
M.Çiya Mazî di gotûbêjê de wê bersiva van pirsan bide: Ev dûrik bi taybetî li, kîjan herêman tê gotin? Taybetiyên wan çi ne? Ji alî kê û kîjan dema bûkanînê têne gotin? Çima têne gotin? Wateyaên wan çi ne? Li gor herêmên kurdan ên din cudatiya wan çi ne? Jin an mêr dibêjin? Di dûrikan de têkiliya jin û mêran û ya civakê çawa xuya dibe? (FD)