PÊŞENGÊN BERXWEDANA LI DIJÎ DAGIRKERIYA NAZIYAN BÛN
Cendekên Misak û Mélinée Manuşyanê birin Pantheonê
Misak û Mélinée Manuşyan du pêşengên wû berxwedanê bûn ku li dijî dagirkeriya Naziyan a Fransayê dihate dayîn.

Cendekên Misak û Mélinée Manuşyan, her du pêşengên berxwedana li dijî Naziyan dihate dayîn li Pantheonê hate binaxkiri. Misak û Mélinée Manuşyan di dema Şerê 2yem ê Cîhanê de beşdarî berxwedana li dijî Naziyan bûbûn û li wir hatibûn qetilkirin.
Misak Manuşyan helbestvan bû û bi eslê xwe ji Besniya Semsûrê ye.
Li Pantheonê gorên lehengên netewî yên Fransayê bicih dibin. Misak Manuşyan yekem şervanê biyanî ye ku cendekê wî li Pantheonê hate binaxkirin.
Serokdewletê Fransayê Emmanuel Macron jî beşdarî bernameyê bû.
Lehengê bêdengiyê
Macronî par di daxuyaniyeke xwe de pesnê Manuşyanan dabû û ew bi gotina “lehengên bêdeng” penase kiribû û gotibû ku ew ê wî jî şanaz bikin. (AEK/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.