bîanetê ji bo piştgiriyê serdana Ajansa Mezopotamyayê kir
.jpeg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di 25ê Çiriya Pêşiyê de di serdegirtinên malan de 9 xebatkarê Ajansa Mezopotamyayê û JINNEWSê hatibûn desteserkirin û piştre biryara girtina wan hatibû dayîn. bîanetê ji bo piştevaniyê serdana Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWSê kir.
Nûçegîhan û edîtorên bîanetê serdana buroya Ajansa Mezopotamyayê ya Beyoglûya Stenbolê kirin.
Tîmê bîanetê di serdanê de hevgirtina xwe ji bo rojnamegerên girtî û xebatkarên ajansê aşkere kir.
Di serdanê de li ser rojeva giştî, zextên li ser çapemeniya Kurd, girtina rojnamgeran û bêdengbûna li dijî zextên tên kirin, bêbertekbûna li dijî desteserkirin û girtina rojnamegeran hat axavtin.
Her weha rojnamegeran bal kişandin ser rê û rêbazên ji bo pêşîgirtina li zext, desteserkirin û girtinê.(HA/AY)