Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Karên Derve ya Yemenê daxuyandîye ku balafirên Emîrîyên Yekbûyî yên Ereban li paytexta welatî Aden û bajarê Ebyenê daye.
Cihgirê wezîrê karên derve yê Yemenê, Muhammed el-Hadramîyî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kiriye balafiran li hêzên dewleta Yemenê daye.
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê Hadramîyî ji Neteweyên Yekbûyî xwestiye ew vê bûyerê şermezar bike, ji bo yekparî û aştîya welatî bixebite.
Herweka cihgirê wezîrî ji Yekîtîya Ereban jî xwestiye ew piştgirîya hêza meşrû ya Yemenê bikin û li dijî êrîşên Emîrîyên Yekbûyî yên Ereban be.
Li gor daxuyanîya wezaretê bi êrîşê zêdetirî 300 welatîyan mirine an jî birîndar bûne.
(RT/MB)