Avestayê “Efrîn” weşand, Kadrî Yildirim dê “Hemî Aliyên Rojavayê” binivîse
Kadrî Yildirim dê li ser “Rojavayê” rêzekirtêbekê amade bike, Weşanxaneya Avestayê ji rêza kitêban kitêba yekem weşand. Kitêba yekem li ser Efrînê ye.

Kadrî Yildirim dê li ser “Rojavayê” rêzekirtêbekê amade bike, Weşanxaneya Avestayê ji rêza kitêban kitêba yekem weşand. Kitêba yekem li ser Efrînê ye.
Kitêbên di rêzê de dê Cizîr, Kobanî û Suriye Kürt Tarihi(Dîroka Kurdên li Sûriyeyê) bin.
Kitêba Efrînê beşek ji kitêba “Kürt Tarihi ve Coğrafyası I: Rojava(Dîrok û Erdnîgariya Kurdan 1: Rojava)” ye. Kitêb ji aliyê dîrok, civak, aborî, dîn, nijadên niştecihan û erdnîgariyê ve Efrînê dide nasîn.
Kitêb ji şeş beşan pêk tê û 192 rûpel in.
Hûn dikarin bîyografiya Prof. Dr. Kadrî Yildirimî ji malpera Avestayê an jî ya Meclîsa Tirkiyeyê bi zimanê Tirkî bibînin.
(MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.