Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di encama anketa tora televizyonê ya Xizmeta Weşana Civakî (PBS) romana klasîk ya Harper Lee-yê, weke romana ku herî zêde Amerîkaniyan jê hez kiriye. Bi milyonan xwendevan beşdarî anketê dibin.
Li lîsteyê de 100 pirtûk hebûn û di nava wan de jî yên weke Geogre Orwell, Mark Twain, John Steinbeck, Jane Austen û Charlotte Bronte jî hebûye.
Weşanxaneya Sel: Em pê şanaz in
Amy Baker, ji koma weşanê Harper Collinsê gotiye, wan bi kelecan pêşwazî li nûçeyê kiriye.
Li Tirkiyeyê Weşanxaneya Selê pirtûk çap kiriye. Weşanxaneyê nameyek ji çapemeniyê re şandiye û wiha gotiye:
“Ji ber ku em weşangerê pirtûka Kuştina Bilbilî û ya Di Bin Siha Dara Tizbiyê de ne şanaz in ku Harper Lee bi usluba xwe ya bibandor xwendeyan dilerizine, bi kirpandina wê ya “mirovî” re dorpêç dike û bi wergera Ulker İnceyê bala xwendevanên Tirkiyeyiyan kişandiye.”
Derbarê pirtûkê de
Sala 1961ê Xelata Pulitzerê standiye. Heta niha ji bo zêdetirî 40 zimanan hatiye wergerandin. Li hemû cîhanê zêdetirî 40 milyon hatiye firotin. Yek ji klasîkên cîhanê yên modern tê qebûlkirin. Çîroka zarokeke li “Başûr” mezin bûye dike ku “Başûr” bi nîjadperestiyê û pêşdarazeke metirsîdar hatiye jahrîkirin. (EMK/FD)