Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Karûbarên Navxweyî aşkere kiriye ku bi sedema deng û dîmenên ne rast derbarê koronavirusê (Covid-19) de weşandine 316 kes rastî lêpirsînê hatine.
Li gorî daxuyaniya Wezaretê di nava hefteyekê de ji ber li ser medyaya civakî “peyamên ku propagandaya rêxistine terorê kirine, dijminahiyê, nefretê û tirsê di nava gelî de belav kirine, bi belavkirina belgeyên nerast xwestine nêrînekê din çêbikin û û mesajên provokatîv ên derbarê koronavirusê de par ve kirine lêpirsîna 1748 kesan hatiye kirin.”
Di nava van kesan de 316 kes hatine desteserkirin ku bi mesajên xwe “propagandaya rêxistine terorê kirine, dijminahiyê, nefretê û tirsê di nava gelî de belav kirine, bi belavkirina belgeyên nerast xwestine nêrînekê din çêbikin û û mesajên provokatîv ên derbarê koronavirusê de par ve kirine.” (AS/FD)